Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beytê(S.X)-ABNA-Rojnamevanê lubnanî Abdullah Qemeh eşkere kir ku yek ji kesên ku aliyê destgehên ewlehiyê yên Lubnanê ve hatine destgirtin, di dosyeya terora şehîd Seyîd Hesen Nasrullah, sekreterê giştî yê berê yê Hizbullahê de, rol heye.
Qemeh di hevpeyvînek televîzyonî de got:
«Kesê ku niha di destê Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Giştî ya Lubnanê de ye, li gorî lêkolînên hatine kirin, bi awayekî ne-rast bi rejîma sîyonîst re hevkarî kiriye û ne endamê hêzên Hizbullahê ye. Ew îtirafên gelek girîng û xeternak daye. Di nav wan de gotiye ku bi komek kesan re her tim di navhatûçûya Dahiya Başûr a Beyrûtê de bûye û amûrekî biçûk di destê wî de bûye û diçûye cihên taybet ên ku paşê hate zanîn ku devên tunelên Hizbullahê bûn.»
Wî zêde kir:
«Ev amûr dikaribû dûrahiya navbera rûyê erdê û tesîsatên binerdê bişopîne û ev yek ji Îsraîliyên re alîkarî kir ku cure û hêza bombên pêwîst ji bo êrîşên asmanî û hedefgirtina rast a van avahiyan diyar bikin.»
Qemeh di dewamê de tekîd kir ku li gorî îtirafên vê kesê, yek ji wan herêman ku wî serdan kiribû, ew herêm bû ku Nasrullah tê de şehîd bû.
Li gorî raporan, rejîma sîyonîst di roja 27ê Îlonê 2024 (6ê Mehrê 1403 ya salnameya Îranî) de, di operasyonekê de, Seyîd Hesen Nasrullah teror kir. Ev operasyon piştî wergirtina agahiyên ji aliyê artêşa Îsraîlê ve derbarê lidarxistina civînekê ya fermandarên Hizbullahê li navenda sereke ya vê hereketê li Dahiya Başûr a Beyrûtê hat kirin.
Li gorî çavkaniyên agahdar, balafirên şer yên F-35 yên rejîma sîyonîst di vê operasyonê de bombên giran ên têketî (nifûzker) bi giraniya zêdetir ji du hezar pound li ser hedefên diyarkirî avêtin, ku bû sedema hilweşandina temamî ya şeş avahiyan û hedefgirtina navenda Hizbullahê.
………………
Dawiya peyamê /
Rojnamevanekî Libnanî ragihand: Ew kesê ku di destê asayîşa giştî ya Lubnanê de ye, bi hevkariya Îsraîlê û komkirina zanyariyan bûye sedema kuştina Seyîd Hesen Nesrullah.
Your Comment